Tükendi
Stok AlarmıZerdeşt Pêxember! ...
Gelo kî vî navî nizane?
Gelo kê, hîç nebe, hema carekê di derbarê wî da nebihîstibe?
Di nava gelên cuda da navê sêwirdar û sazûmandarê yek ji kevntirîn olên cîhanê bi şêwazên cuda tê bilêvkirin: Zaratûştra, Zaratûstra, Zoroastr, Zerdoşt, Zerdûşt, Zradaşt... Lê kurd ji mêjva wî wek Zerdeşt Pêxember dizanin. Û ev nava li ser zarê piranîya kurdan e – ji biçûkan girtî – heya here derê mezinan, ên ku rû û gulî spîkirine! Heya gelek kurdan navê Zerdeşt dîyarî lawên xwe yê tezebûyî kirine (û îro jî dîyarî didin) – wek tacekî pîroz!
Di cîhana zanistê da, li ser bingeha wan agahîyan, ên ku di Gatan da hene (Gat – drozge û pesinbêjîyên ji bo Ahûra Mazda), tê zanîn, ku Zerdeşt kesayetîyekî dîrokî ye, lê bi demê ra (di *Avêsta biçûk* da) wek kesayetîyekî efsanewî, nîvxwedayî hatye pejirandin…
Hê di kûrahîya dîroka kevnar da ew wek Pêxemberê Xwedê naskirine…