Di “Şiverêk”ê de hunê xwe bigîhînin welatekî ji êşê.
Êş dibe helbest,helbest dibe hesret
û careke dinê xwe bi şaêr dide nivisandin…
TENÊTÎ
Tariya şevê,
Ronîheyv,
Bîrewerên tolaz,
Qedeheke tijî,
Û li ber Çemê Dîjleyê
Min tenêtiya xwe berda
Çû…
Çû mîna kelekekê
Her tişt bi nîvî ma
Li binê dara biyê
Qedeh giriyan
Û ez giriyam…