Nivîsên Celadet Alî Bedirxan ên li ser Şerê Cîhanê ê Duyemîn ku di Hawarê de bi sernavê *Rewşa Dinyayê* çap bûne, bi eynî navî, wekî kitêb derketin.
Di destpêkê de Celadet Alî Bedirxan wiha dibêje: *Ji îro û pê de Hawar di her hejmara xwe de xwendevanên xwe li ser rewşa dinyayê wê serwext bike; û tiştên ko di nav mehê de çêbûne bi xurtî ji wan re bide zanîn. *Ji bo destpêkirinê emê bi şûn de vegerin û çavên xwe li bûyerên ko ji destpêka şer hetanî îro çêbûne bigerînin.* Nivîsên di vê kitebê de di salên 1940an de di kovara Hawar de bi sernavê *Rewşa Dinyayê* hatine çapkirin. Nivîs tev de li ser bûyer û pêşketinên şerê cîhanê ê duyemîn in.