Di pêşgotina kitêbê de Hesenê Metê dibêje: *Dostoyevskî yekemîn nivîskarê êş û azara jiyanê ye. Hunermend, psîkolog, humanîst û dilovan... bi van nexşan, yekî nola wî nehatiye û ne jî çûye. Bi xwe jiyaneke tahl, xizan, bi êş û nexweşî buhurandiye. Erd û asîman, cin û perî, çêyî û xirabî di jiyan û berhemên wî de li hev dipiçikin û hevdu dihûnin. Gelek rexnegir û lêkolîneran li ser Dostoyevskî pir û pir tişt gotine û nivîsandine. Ji van tiştan gelekî wan ji hev dûr û gelekî wan jî nêzîkî hev in. Ji ber vê yekê, ez ne bawer im ku bi nîgareke din û yeke din û yeke din jî meriv bikanibe ruh, raman û felsefeya wî bidine famkirin. Û ne dûrî aqilan e ku em bibêjin: Dostoyevskî bi xwe jî nîgara êvîn û oldariya xwe, dilovaniya ruhê xwe, kurahiya felsefeya xwe, nexş û hûnandina hunermendiya xwe bi lêv nekiriye û nikanibûye bike. Dibe ku ev ji bo wî jî gelekî dijwar bûye. Dostoyevskî bi xwendinê tê famkirinê, lê dijwar e ku were katkirin.*