Hîna ji mêj ve, piraniya jinên kurd û bi awayekî hunerî ciwan tayişik û kulav çêdkirin. Hirî bi teşiyê ve dikirin û rîs dirêsandin, ji wî rîsî gore, kenze û kumên zarokan saz dikirin. Tentene, rûyên livînan û neqşên ciwan li ser dineqişandin mîna kulîlkan, belgên daran û her wiha jî hin motîvên xuro kurdî mîna Şahmaran û Gulfiroş.
Ji tevnê cilkên nimêjê û merşik çêdikirin. Ewan xaniman, morîkên rengorengo bi çarikan ve dikirin, cil û bergên bûkan ku piraniya wan ji karê destî bû amade dikirin. Berîk saz dikirin û ew bi dîwaran ve dikirin û di wan berîkan de, derman, da û derzî û hûremûrên malê diparastin.
Hin jin jî hebûn ku bi hunermendiyeke pir bilind ji çuqlî û şaxên daran hêlanên bedew û dergûş û landikên zarokan di`afirandin, herweha wan jinên şox û şeng zembîl û selik dixemilandin.
Hêjayî gotinê ye ku heman jinên kurd di dema mijûlbûna xwe bi hunerê ve, bi karên destan ve, helbest, dîlok, heyranok û lawik diristin.