“a. Axaftina li ser vê berhemê zor e, xwîner li ber wê naçar dimîne.
b. Ez ê ji zimên dest pê bikim. Ev berhem bereksî gelek berhemên din ên kurdî bi fetîşa gramerê negirtiye. Ziman carinan ê herêmekê, carinan ê mêrekî, carinan ê jinekê, carinan ê kelmêşekê ye. Ji ber ku taswîrên ku hevok dihewînin li dûr û dijî şablonên me yên fikirînê yên jiberkirî ne, xwendina wê zor e, lewma mejî dibetilîne, her tim xwînerên hişyar dixwaze, lewma wê xwînerên hêsanxwaz jê hez nekin. Divê hûn hevkî berovajî, hinkî serserkî bifikirin, carinan sebaret tiştekî ji nû ve bihizirin wek ku nû ji ca xwe bûbin, carinan bi guhên çavên xwe bibihîzin û carinan bi çavên guhên xwe bibînin, ji Ayê heta Byê rêya herî kurt, her tim ne rastexêzek e. Bandora ku li mejî çêdike ya matematîkê ye, piştî xwendina wê, di xewna xwe de hûn dikarin bi hezaran kombinasyonê peyv û hevokan çêkin. Ji hêla kurmancî meriv fam dike ku ji mejiyekî bi kurmancî re betilî derketiye, meriv dikare vê romanê wek panzehîra zimanê wergerê bixwîne. Ne tenê peyv û hevok, ev ziman têra xwe maka dengan e jî, a rîtm û muzîkê jî bixwînin hûn ê bibihîzin. Ev ziman ê kuh-î kenaran e. Şax û paxa ji xwe berdide, dadikeve hiş û derhiş, dadikeve şaneyan, dikeve damaran, bi xwînê re digere, di avikê de zîl dide, tije hêrs e.... Wê dewam bike...”