hespên hesinî; romana şa’irekî û şi’êra romanekê ye. ulku bîngol, di “hespên hesinî” de bi dîsgotina miqîm, mîmesîs bêwesf kiriye, zimanê dîegetîk girêdaye, şopa şîroveyê di xeleka qewmînên xumam de jê biriye û bi veguhêstineke misêwa dubarekirin bi tûmerî ji holê rakiriye.
ve gerdûna sêwirandî, go ji meydanekê, sûkek hedadan, meyxaneyekê û çend kolanan pêkhatiye, gerdûna rasteqîn rûxandiye û gerdûneke xumam û bêdawî afirandiye.
sewta n’alên hespên hesinî nabilin; ji nedestpêkekê ber bi nedawiyekê ve dibezin.