Îsal (22. 04. 2018), 120mîn salvegera derketina rojnameya Kurdistanê (22. 04. 1898) ye. Bi vê munasebetê min xwest ku ez wek xwendekarê masterê ku teza xwe li ser vê rojnameyê amade dikim, hinek balê bikişînim ser rojnameya Kurdistanê. Min vê fikra xwe bi koordînatorê Weşanên J&Jyê Azad Zal ra parve kir. Azad Zal bi vê pêşniyazê gelek kêfxweş bû û got; “Jixwe salvegera damezirandina J&Jyê ye jî û em ê gelek kêfxweş bibin ku rojnameya Kurdistanê bi awayê çapa taybet derkevin pêşberî xwîneran.” Ji xwe teza min li ser vê mijarê bû, edîtoriya vê xebatê jî ji bo min gelek baş bû.
Berî ku ez dest bi çîroka derketina rojnameya Kurdistanê bikim, dixwazim spasiya mamoste Malmisanij bikim. Hem ji ber ku destûr da min ku ez karibim xebata wî ya li ser hejmarên 17 û 18mîn ku wî ew peyda kiribûn, bi hejmarên din re ji çapê re amade bikim hem jî ji ber ku rê li ber min vekir ku ez li ser beşên ku ji aliyê wî ve hatine latînîzekirin bixebitim.
Ji hejmara 1mîn heta 31mîn 26 hejmar cara pêşîn ji alîyê Dr. Kemal Fuad ve hatine dîtin û di sala 1972yan de li Bexdayê bi awayê eslê xwe yanî bi tîpên Aramî hatine çapkirin. Paşê M. Emîn Bozarslan ev 26 hejmar ji pirtûkxaneya dewletê ya Marburgê digire, latînîze dike û bi şîroveyên giranbiha dixemilîne. Vê xebatê li cîhanê nav û dengê rojnameya Kurdistanê belav kiriye. Em wek şagirtên M. Emîn Bozarslan spasiya wî dikin.
Du hejmarên din [hejmara 10mîn û ya 12mîn] di 2006an de, ji alîyê Celîlê Celîl ve hatine dîtin û li Duhokê radestê malbata Bedirxaniyan hatine kirin. Di kovara Zendê ya Bihara 2007an de latînîzeya wan a ku ji aliyê rêzdar Kerem Soylu ve hatiye kirin tê weşandin.
Ji hemû hejmaran bi tenê hejmarek kêm e. Ango hejmara 19mîn hê jî wenda ye. Em hêvî dikin ku lêkolînerên Kurdan li hemû kitêbxaneyên cîhanê û arşîvên kesan yên li malan jî li vê hejmara wenda bigerin û bibînin, da ku em Kurdistana xwe temam bikin.
Ji ber ku rojnameya Kurdistanê rojnameya yekem a bi Kurdî ye, 22yê Avrêlê roja derketina wê wek roja rojnamegerî û çapemenîya Kurdî tê pîrozkirin. Dema em li dîroka rojnamegerîya Kurdî dinêrin, em dibînin ku her dem rojnamegerîya Kurdî bi zilm û zora qedexekirinê re rû bi rû maye. Rojnameya Kurdistanê di 22yê Avrêla 1898an de, li Qahîreya Misrê derdikeve, di 30ê Avrêla 1898an de, di nava hefteyek de, Padîşahê Împaratoriya Osmanî Siltan Evdilhemîdê IImîn fermana qedexekirina rojnameya Kurdistanê dide. Ev fermana qedexekirinê jî nîşan dide ku ji berê de zilm û zor li ser çapemenîya Kurdî û zimanê Kurdî hebûye. Gelek kes nizanin ku di dewra Împaratorîya Osmanî de jî zimanê Kurdî û çapemenîya kurdî qedexe bûye. Di wê dewrê de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (1878-1960) ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwaz dike, ji alîyê Siltan Evdilhemîd ve bi dînîtîyê tê tawanbarkirin û dişînin tîmarxaneyê. Îro hê jî bi milyonan Kurd ji perwerde û çapemenîya bi zimanê xwe mehrûm in.
Di hejmara yekemîn a rojnameya Kurdistanê de Mîqdad Mîdhet Bedirxan armanca rojnameyê wiha nivîsîye:
“[Di] vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya îlm û marîfeta bikim; li ku derê mirov dielime, li ku derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa Kurda bikim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemîya hîkat bikim. Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ewwulî ye. Loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim [ku hûn] kêmayîya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemî tişt wekî nû çêdibin kêm in, paşê hingî diçe dikeve rê de.”
Em dibînin ku zimanê me yê 120 sal barê jî ew qasî hêsan tê famkirinê û ji zimanê Tirkîya Osmanî ya wê demê pêşketîtir e. Lê hê jî hin rêveberên ku qedexeya ser zimanê me ranakin û dibêjin zimanê Kurdan ne zimanek şaristanî ye. Ev helwest jî helwesteke qedexekirinê ye.
Divê Kurd jî wek her miletî li ziman û çapemeniya xwe xwedî derkevin. Bo perwerdehîya bi zimanê xwe têbikoşîn. Em hêvî dikin ku ev berhema li ber destê we sûdewer be.
22.04.2018 Amed
Ahmed Kani