Li Bîrecîkê, navçeya Rihayê gulek vedibe, Gula Reş. Ew gul tenê li wira reş e. Bigirî bibî li dereka din biçînî, ew gul tu car reş nabişkive.
Zimanê me Kurdan wek Gula Reş, li dûrî ax û hewa xwe ket. Loma jî rengê xwe wenda kir û li şûna Kurdiya dewlemend û şêrîn, “Tirkmancî”yeke sosret girt. Çima? Ji ber ku em Kurd bes girîngiya zimanê xwe nizanin û ji xwe re nakine qisawet.
Zimanşûjin, li nav Kurdan, li wir û li vir, rexneyeke şaşaxavtina Kurmancî, li dij derketina “Tirkmancî” ye. Ji bo miletekî qedîm, zimanekî dewlemend û şêrîn, ev bi serê xwe trajediyek e.
Em trajediya xwe dikin komedî û bi hal û ehwalê xwe yê pêwîst e em bigirîn, em dikenin.