“… Divê başî û girîngiya mirovan bê zanîn. Di têkîliyên zindanê de xalên esas jî bên guhdarkirin. Rêzgirtin, vekirîbûn derdiketin pêş. Yanî wan sê xalan yek ji kêm be jiyan û têkilî jî kem û nîvço diman. Wiha nebe mirov tenêtiyê dijî. Divê carnan mirov xwe guhdar bike û di nava xwe de bipênije, pîvanan pêş bixe lê divê vê yekê dirêj neke. Tenêtiyên demdirêj mirovan ji derdoran îzole dike û di cihên wiha biçûk de ji pir bala mirovan dikişine. Eynî mîna qada şer di zindan de jî her tişt vekirî tê jiyîn. Yanî mirov nikare xwe veşêre. Bi sekin, axaftin, awir, hewldan her tişt zext e. Tu nikarî xwe veşêrî û xwe bidî veşartin. Elbet ji bo tenêtiyê ji hinek taqtîk hene. Ew taqtîkan jî hincetên pirtûk xwendin, xwe nexweş danîn, ji sohbetan revîn, ji xwe re wext veqetandin û hwd. Gelek nexweşiyên piralî di zindanê de hene. Mirov timî di nava xewn û xeyalan dene, lê xewn û xeyal jî carna reşbîniyên hundirîn bi xwe re tîne…