li welatê min
malzaroka xemgîniyeke bêhempa ye
wextên tenêtiyê
ji gul û hiriyê ye şêwaza derwêşan
min kêfa xwe anî ji mêşhingivê
ji moriyan ji wan destên ronîdar re
ku sererast dikirin elîfbêya qelbê min
paşê vegeriyam û min maçî kir
ji dera herî zirav a qedera xwe
ku hê jî
wekî
zarokên penaber e