Li welat dema yekî biyanî dihate nava civatê, ew civat ji mezinan hetanî biçûkan tev seferber dibûn. Teva jî dixwestin ku ew kes rehet bike, li hev negere. Heta ku hinan xwe fêrî zimanê wî dikirin û gotinên wî hîn dibûn. Hem ji bona ku bi wî re bidin-bistînin û bixin nava hissa ku ew xwe li mala xwe bibîne. Hem jî bi hev re reqabet dikirin û nîşanî hev didan ka bê kî ji kê pirtir hînî wî zimanî bûye. Ev exlaq hem li ba Kurdan û hem jî li ba Tirkan hebû. Hetta ku li ba Erebên Mêrdînê jî hebû. Yanî taybetiyek welatên.
Rojhilata Navîn, yanî ya mislimanan bû. Wek gel Rojhilata Navîn germ bû û xwîna her kesî dikeliya. Lê li vî welatê sar, rewş tam tersê wê bû. Kesên bi zimanê wan nizanîba, bila padîşah jî ba li welatê xwe ferq nedikir, bê qîmet û bê rûmet bû û heta ku mecbûr bû ku hînî zimanê wan biba. An na, kar tune bû heta ku nan û av jî tune bû.