Tükendi
Stok AlarmıŞêx Hesenê Şêx Yasîn yek ji wan alimên me yên hêja ye ku di sedsalên 19 û 20an de jiyaye. Digel ku di dema xwe de kitêbek berfireh di mijara fiqhê de nivîsandiye jî ji ber ku ev xebata wî heta niha nehatiye çapkirin û belav nebûye, mixabin di derdoreke fireh de, di nav ehlê medreseyê de û di nav xebatên Kurdolojiyê de behsa navê wî û navê kitêba wî nebûye… Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji bo nesra Kurmancî pirr girîng e. Ji ber vê em gelek bextewar in ku ev xebata gelek hêja wenda nebû û me gihande xwendevanên hêja. Li gor nasnameya wî ya fermî, Şêx Hesenê Şêx Yasîn di 1311 rûmî (1895 mîladî) de ji dayik bûye. Li gor agahiyên malbatê, ev tarîx ne durist e; ji ber ku dibêjin: Şêx, di ser sed salî re umir kiriye. Lê gorî wan: Çend qern berê, kalanên wî, ji Cizîra Botan ber bi Bakur (Bazîd) ve çûne. Tam yeqîneyek tunebe jî, li gor gotinên malbatê îhtimala herî xurt ew li gundê Hecî Hesen yê li ser Makûyê hatiye dinê. Jixwe tirba bavê wî Şêx Yasîn jî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji çar berheman pêk hatiye; ew jî ev in: • Eqîdetul-Îman (Eqîdename) • Erbe‘în (Çil Hedîs) • Fiqih (Kitêba Şerî‘etê) • Tecwîd. Ji van her çar berheman, berhema herî berfireh, a fiqhê ye. Mijarên sereke yên ku di Tuhfetul-Muslimînê de diborin jî 18 heb in; ew jî ev in: “Beşa Paqijiyê, Beşa Nimêjê, Beşa Zekatê, Beşa Rojiyê, Beşa Hecê, Beşa Tîcaretê, Beşa Mîrasê, Beşa Nîkahê, Beşa ‘Iddetê, Beşa Cînayetan, Beşa Cîhadê, Beşa Nêçîr û Serjêkirinê, Beşa Qurbanê, Beşa Xwarinan, Beşa Qaziyan, Beşa Şahidiyê, Beşa De’we û Delîlan, Beşa Azadkirina Koleyan.” Di bin van 18 serbeşên jorîn de, gelek babetên (feslên) din jî hene. Tuhfetul-Muslimîn, kitêbeka fiqhê ye. Rêz û tertîba wê jî eynê wekî kitêbên klasîk yên fiqha Şafi‘î ne. Jixwe çavkaniyên Şêx Hesen jî bi pirranî kitêbên Şafi‘iyan yên klasîk in. Şêx Hesen, ji kîjan çavkaniyê îstifade kiribe, li dawiya paragrafê navê çavkaniyê û numreya rûpelê wê qeyd kiriye. Ev yeka jî, kitêba wî bêtir dîsîplîne û qedirbulind kiriye. Şêx Hesen metodeke ilmî taqîb kiriye; fikrê xwe bêyî delîl û çavkanî ranegihandiye. Wî digel Ayetên Qur’anê û Hedîsên Hz. Muhemmed, ji van çavkaniyana îstifade kiriye: Mînhac, Αanetut-Talibîn, Bacûrî, Enwar, El-Haşiye ‘Elel-Αane, Haşiyet ‘Elel-Mehellî, Fethul-Mu‘în, Fethul- Qerîb, Haşiyetil-Kumesra, Kitêba Mîzana Şe‘ranî, Kumesra, Îbn Qasim, Mehellî, Sîracul-Wehhac, Şerhul-Qerîn û Hacî Îbrahîm.