Di çîrokên kupkurt ên Ildiz de taybetiyeke giring xwe dide der ku meriv dikare wekî krîtereke serkeftinê ya ji bo vê cureyê qebûl bike: Gava xwendina çîrokan xelas dibe, çîrok bi xwendevanan dest pê dike. Bi gotineke dîtir ev çîrok, ji bedêla ku bi dorsînoriyeke çar-pênc hevokî an jî yek-du pasajî çîrokekê ji xwendevanan re vebêjin, çîroka di dilê xwendevanan de derdixin holê û bi vî awayî temam dibin. Balkêş e û nivîskar tim dilê xwe dibijînin vê rewşê.
Bijartina mijaran a ku di kitêbê de bêyî kategoriyeke şiklî an jî têmayî hatiye kirin û digel vê yekê tercîha edîtoriyê jî, dîmena timelinea hesabên medyaya civakî yên mirovên roja me tîne bîra meriv. Belkî jî eynî di vê gavê de, ev yek encama wê tercîhê ye ku hewl dide hevaheng be digel panoramaya zêhnî ya xwendevanekî kurd ê vê serdema me.
Ev çîrokên ku ji meseleyên civakî û siyasî bigire heta bi meseleyên têra xwe şexsî û endîşeyên biçûk ên jiyana rojane çarçoveyekê xêz dike, bi vî awayî kariye bi hostatî panoramaya qelebalix, belawela, dudil lêbelê rasteqîn û berfireh neqil bike.
Mihemed Şarman