Îdrîs Erenç yek ji wan nivîskaran e ku pênûsa xwe sansûr nake. Wekî berhema Julî’nîn Sesî, di vê berhema xwe de jî jiyan û serborîya şervanekî ku ji refên xwe veqetiyayî û paşî bi dek û dolabên Îtlaata Îranê ve radestî Tirkîyê tê kirin vedibêje. Di vê berhemê de hûnê hêvî û armanca serxwebûna welatekî bibînin, hûnê poşmanî û tirsê bibînin, hûnê egîdî û mêrxasîyê bibînin. Hûnê evînên di dil de mayî, hûnê parçebûyîna miletekî bibînin. Hûnê jiyana şervanên kurd, xweşikbûna xwezaya Kurdistanê bibînin. Li kêleka wê hûnê xîyanetê, hûnê stratejiyên şaş ku bûne sedemê hêvîşikestina bi sedan şervanan bibînin.
Hûnê bi xwendina vê romanê bikenin, hûnê bi hêviyên xwe ve biçin ser ewran… Lê hûnê biqehirin jî, hûnê bigrîn, hûnê bikevin nava hestan û xemgîn bibin. Ji bo ku kes bi we nehese, hûnê hêdîka rondikên çavên xwe bimalin.
Hûnê di vê romanê de gelek tiştan bibînin. Hûnê xwe berdin nava evîna xwe ya ciwaniyê.
Lê ya herî girîng hûnê careke din bibînin ku “Dijminê bab û kala nabe dostê lawa.” Hûnê bibînin ku tu hêvî ji hêviya “serxwebûn û azadiyê” xweştir nîn in…