“Li ber neynikê, kirasê xewê dide ber xwe û tiliyên xwe li ser re digerîne. Cihazê wê yê pêşî! Dema ku diya wê jê re kirîbû tê bîrê, dema siya ciwantiyê nûka xwe li laşê wê pêçabû… Ji xwe re dibêje, “Çil û heşt sal e di sindoqê de hilandî!” Bi hêdîka û baldarî li xwe dike. Li bedena xwe ya ji bin kirasê xewê yê şînê hewayî ve wekî girêk û lepan xuya dike, meyze dike. Keserek pê dikeve. Bêyî weke her êvar çavekî li odeyan bigerîne, vê carê tenê deriyê odeyan digire. Li ser cî destên wê di bin serê wê de kêlekî dirêjkirî, awira wê li pakêta hebên tansiyonê yê li ser komodînê ber serê wê ku her şev beriya razê yek vedixwar. Bi hêdîka radihijiyê… vê carê bîst hebên di pakêtê de mayî bi hevdu re davêje devê xwe. Bi ser de qedeha avê bi qurtekê vedixwe. Lempa ber serê xwe vedimirîne… û wekî perdeyekê daxîne, fotê bi ser hizn û tenêtiya xwe dadike.”