Îhsan Colemêrgî bi Şîna Şengalê dîroka ol û gelên li herêmê bi kurtayî tîne bîra me û piştî wê jî derbasî bahskirina Êzdîtî û Êzdîyan dibe. Nivîskar ji bilî dîroka olan û gelan bahsa serdema avakirin, dagirkirin û belavbûna DAÎŞ’ê jî dike. Di mijarên dagirkirin û belavbûna DAÎŞ’ê de hûn ê hûrgilîyên kuştin, revandin, olguharandina bi zorê û firotina jinan bibînin. Nivîskar di vegotina dagirkirina gund û bajarok û navçeya Şengalê û qirkirin û jinrevandinan de bi piranî ji serî heta dawîyê bahsa serpêhatîyên jineke ku hatiye revandin û gelek caran hatiye firotin dike.
Gava meriv van serpêhatîyan dixwîne, meriv şerm dike ku bibêje ez meriv im. Meriv dixwaze ku ev ‘tişt’ û serpêhatî di demeke gelekî berê de bûbin lê mixabin ev ‘tişt’ di vê roja me de bûne; ev roja ku em bi şaristanîya wê a pêşketî(!) serê xwe heta bi esmanan bilind dike.
Dawîya dawîn; meriv(em) hov in.