Zîro: Nemayo! Rewşa segî ji ya me qenctir e. Ne derdê segî yê mal û zarok û karî heye, ne derdê zewac û jinê... Salê carekê dêhleba wî heye, tiştek kir, kir gava nekir ji xwe re nake xem û eza. Nabêje ka min îsal şol kir nekir. Zarok dê bimînin birçî. Derd û pirsgirêka zexil û xwarinê nîn e. Zikekê têr e, yekê birçî ye. Gava birçî dibe diçe li zikak û sergûvkan digere zikê xwe têr dike. Gava têr li pê xwarinê nagere. Derdê wî yê nijandinê qet nîn e. Derd û pirsgirêkên wî li gel dewlet û cîranan nîn e. Pirsgirêkên wî yên olî, neteweyî, çandî qetîyen nîn in. Li ku derê lê bibe şev li wêrê ye. Ferqa şev û rojê ji bo wî nîn e. Dûvikê xwe danîne ser pişta xwe, dilê wî ku derê hes bike dike wê derê û li wêrê dimîne. Ser û dilekê bêxem û bêkeder û rihet heye. Vêca Qadoyê nemayî bi rewşa segî nerazîye.
Qado: Zîro te rewşa segî wesa vegot, ez ê niha dua bikim ku Xweda min bike se û dûvê xwe bavêjim ser piştê.
Zîro: Kuro Xweda kengî dua pejirandine û tiştek qenc kiriye?
Qado: Aha aha dîsa devê xwe yê bimbarek vekir, tika dikim tu neaxivî.