Şador, hezkirinê dixe navenda vegotina xwe û me bi pirhêlîbûna wê dihisîne.
Dilawer Zeraq, bi her hevoka xwe ve, vegotinê li ser hêz û rengînîya zimên ava dike û bala me dibe ser taybetiya qalibnegir ya hezkirinê; û têgihana me ya li ser hezkirinê ku li ser yekrengîyê ava bûye, dişikêne.
Em di hevpêwendîya her du karakterên Şadorê, Besna û Rizgan de, çîroka hezkirinekê dixwînin ku dixwaze ji xwe rabihure.