.....
Li zanîngehê gelek caran bi hev re rûdiniştin û nîqaş dikirin. Li ser welat û şoreşê gelek sohbetên wan pêk dihatin. Carekî hevalekî Rodengê ji helbestvanekî Elman jêgiranek girtibû û bi wê re parve kiribû. Jê re gotibû; *Li ku derê pirtûk hatin şewitandin, mirov jî dikarin werin şewitandin.* Ev gotin bala wê kişandibû ser xwe. Carekê hevalêka wê ya wêjevan li ser wêjeya Kurdan ev rêntin bi Rodengê re parve kiribû; * Wêjeya Kurdî gelek dewlemend û kevnar e. Di dîrokê de carna bi pulên li bedena şahmaran, carna gurzên Rustemê Zal carna bi berxwedana Hun baba û Kawayê hesinkar carna jî bi sêlikên zembilfiroş, carna bi pênûsa Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Osman Sebrî, Cegerxwîn û bi sedan rewşenbîran heya roja me hatiye.* Rodengê di van sohbetan de xwe hîn çêtir nas dikir. Kêfa wê pir ji dîrok û wêjeyê re dihat. Dîzanî bû hemû nirxê gel û welatê wê yê qedexe destpêka dîrokê û di nava rûpelên wêjê de veşartiye. Rodengê ji xwe re ‘Zend Avesta’, ‘Bexçeyên Ronahiyê’ ya Manî peyda kiribû, dixwend. Dengbêjî û muzîka Kurdî rihê wê sermest dikir.
......