Sal buhurîn, dem guherî. Padîşahê Hamawêranê, bi dek û dolab Kawûs xapand û ew ji serayê revand. Keykawûs bi ecêbek giran winda bû. Gel şaş ma. Rêveberî û hukumdarîya Îranê sist bû, dewlet bê serok ma. Piştî vê yekê eşîretên li ser sînorê Îranê çav berdan welatê wan. Kîn û xerez cardin bijkuvîn. Elfesiyayê Bavpêşeng leşker civand û li ser tuxub bicih kir. Gel ket xeterê, tirs li her derî belav bû, digotin: *Şîyar bin, êrîşa Tûraniyan li rê ye! Ew dê werin, tola xwe bistînin!*
Lê belê nehatin, ew girseya leşkeran berê xwe da welatê Ereban. Ceng li dar ket; artêşa Tirkan bi şer û pevçûn sê mehan di welatê Ereban de ma. Gelek leşker û pêhlewan hatin kuştin, di encamê de Ereb li ber Tûraniyan şikiyan û têkçûn. Efrasiyab, berê hespê xwe cardin da tuxubê Îranê. Li ser vê bûyerê, zana û porsipîyên Îranê li hev civiyan, lijneyek çêkirin, tevî nameyekê şandin cem Ristemê Zal.
Beşek ji romanê