“Ew gundê ku em ava dikin tê bîra te?”
“Erêê!”
“Ha li wî gundî her kes kincên bi vî rengî li xwe dike.”
“Çima?”
“Li wir her der kesk e. Lewma me got em jî di rengê xwezayê de bin.”
Rêzan, xwe di hundirê wan kincan de xeyal kir. Dû re Çolo. Dema wêneyê Çolo hat ber çavên wî keniya. Ji cihê xwe rabû û kefiya Nadyayê li xwe pêça. Got, “Vê carê ez jî dikarim bi we re werim?” Ristem got, “Hê na. Ji ber ku ew gund bi piranî jî ji zarokan re surprîz e.”
“Ma em ê çi wextê werin?”
“Hindik ma em biqedînin. Dîwarên xaniyan û rêyên gund mane. Heke tu aliyê me ji wan kevirên birqonek kom bikî, wê çaxê ew ê zû biqede û tu yê jî bikaribî werî.”