Dema şagirt çû dibistanê. Dît ku mamosteyê wî çay û biskivîtê dixwe. Rojî bû. Şagirt got: “Mamoste ma tu ne bi rojî yî gelo!?” Mamoste got: “Na!” Şagirt dîsa pirsî: “Mamoste tu îro ne rojî yî yan jixwe tu nagrî?” Mamoste got: “Na, jixwe ez nagrim!” Şagirt got: “Tu çima nagirî? Tu nexweş î an na?” Mamoste got: “Ez File me.” Şagirt got: “Estexfirullah mamoste.” Mamoste got: “Yaw ez dibêjim ez File me!” Şagirt got: “Wisa nebêje mamoste, tu yê gunehkar bî!” Mamoste got: “Ez dibêjim ez File me, tu dibêjî estexfirullah!” Şagirt dîsa xwe negirt: “Mamoste kêfa min ji te re tê, xwe wisa neke. Tê gunehkar bî bimêzîne.” Mamoste got: “Yaw tu ehmeq î!? Ez ji te re dibêjim ez File me, hê jî tu xwe li exmeqiyê girê didî!” Şagirt got: “Tu yê bişewitî, ji Xwedê ve guneh e û ji ya xwe were xwarê!” Mamoste got: “Yaw çend sal e tu şagirtê min î lê tu exmeqekî tam î. Te tu tişt negirtiye!”
Paşê şagirt dît ku mamoste sil dibe, wî jî xwe sist kir. Piştî çend deqiqeyan şagirt got: “Mamoste bila di navbera me de be, em jî bi eslê xwe Êzidî ne!” Mamoste jî got: “Nexwe loma xwîna te li min şirîn tê!”