Pira Navbera Axreşke u Şexan

62,00 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
100,00 TL
Stok Adedi: 1

Tükendi

Stok Alarmı

Kitêba Bro Omerî ya nû *Pira Navbera Axreşkê û Şêxan* di nav weşanên Avesta de derket. Kitêba bîranînan ji du beşan pêk tê. Beşa yekem li ser nivîskar û derdora wî ye, beşa duyem ji xatirayên wî yên li ser Musa Anter pêk tê.

Rûpelek ji dîrokê

Piştî amadehî û ewlekariya rê û çûnê, ew, Xelîlê Osê û mehkûmekî bi navê Evdilkerîmê Xenodurê, digel desteyek leşker bi rê dikevin, berê xwe didin xopana bajarê Amedê, riya çûn û nehatinê. Dema digihîjin pira navbera Axreşkê û Şêxan, ew pira bi nav û deng, mîna gelek cih û mexterên li Kurdistanê ku gelek ciwanmêr û kurê bavan ji layê leşkeran ve bi înfaza bêdaraz dihatin kuştin; ew pira ku bi xwîna serok, rêber û şêxên kurdan û hem jî ji ber şerm û fediya wê dîroka xwe sor bûbû. Leşker li ber pirê radiwestiyan, ji mehkûman re digotin: *hûn herin, emê bi pey we de werin!* Dema digihîjtin ser pirê dihatin gulebarankirin.

Yayınevi : Avesta Yayınları
Yazar : Bro Omeri
Barkod : 9786055279943
Boyut : 14x22
Sayfa Sayısı : 112
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2014
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.