Li ha, xwîna ardû, esmanê qehweyî,
Li ha, çirrçirrkê ku aramiyê nema dibexişîne,
Li ha, kozikên germ ên hêlayî, û tepbûyî,
Li ha, karçînên ji şexteya Nînsûnê filitî,
lê niha li ber sotikan dihelisin,
Li ha, geliyên ku neşên hirçê bêayîk star bikin,
Li ha, hespê dêlqamçî, ew bedewê dîrokê,
Yê ku sikeya xwe rakiriye ji navika mêrga
li biniya daristanê
Û bi xwe re dikişîne cendekê teqîna bêsewt.
Li ber vê şingeşinga şût rût û zer,
Miriyên min ên veneşartî pixî min dikin
Li biniya zinarên ku ‘ewran didine ber meqesê.
Elî, Elî, lema sebextanî?