Çavên te girtî ne û tu li çêbûna min û xwe dimêzînî. Ez te diwelidînim û ji te diwelidim. Paşê dimêzînim, hew xwe û Dersetayê dibînîm. Hilmekê dikişînim, bêhna xwîn û mîzê kifş dikim. Xwe û Enkî jî tevlihev dikim. Hevokeke halo li kaxizsimala tarîyê dinivîsînim: “Ji niha’w wê de, çi cara ev weled were bîra min, welew wî bibînim, te dî ev ê bi tazîkî ji dawa wê jina bê rû ket, ez ê jê’r bêjim, Enkî, Enkîyê bêhna re’hîmê û mîzê jê tê.” Valahî hevokê jê dibe, deng dixwe û hew jêçûna şopeke jêçûyî dimîne.