‘Û di hundirê min de pêl hevraz dibe. Diqepişe; pişta xwe qeloz dike. Û ez careke din ji xwestekek nȗ haydar dibim, tiştek di bin min de mîna hespê serbilind hildipere, ku siwarê wî pêşî wî mêmȗz dike ȗ paşê ser hefsarê wî kaş dike. Tu yê ku ez niha li ser pişta wî siwar dibim, kî ye ew dijminê li hember me pêş ve diçe, dema em li ser vê peyarê rawestîne? Ew mirin e. Mirin dijmin e. Mirina ku li hember wê min daye zergehê, lê porê min ku wek porê xortekî paş ve çedibe, wek porê Percival, dema da çar piyan çȗ Hindistanê. Vêga hespê xwe mêmȗz dikim. Ez ê rast werim hemberê te, bêyî ku têk biçim an jî serî daxînim, Hey mirinê!’
Pêl li peravê çikilîn.