“Niha kesekî din di dewsa min de wenîko li te temaşe bike, ew ê te-w hemû tiştên heyî wenda bike. Lê go çavên xwe bigire, ew ê tiştên ez dibihîzim jî bibihîze, tiştên ez nabihîzim jî. Dengê nava te dibê, bi qesem Zeyno wek wê Helena misebib û şahida şerrê Trûwayê, dizane qesasê bavê min û te kî ye. Qesasê qesês. Qesas gişk qurban in.”
Piştî ew cinawirên erjeng ji esmanê me bar kirin û çûn, me derîyên xwe zirze kirin. Me carek din agir daneda. Me tenîya Helebê li enîya xwe xist û em rizîyan, ewr rijîyan...
Pîrejinekê Orok di paşila xwe da veşart. Go: "Belkî ew cinawir rojekê dîsa vegerin."
Belkî esman bikenin... Qalikgotin biderizin...
Piştî xwendina vê romanê...
H. Kovn Baqî, di OROKê de jî bi zimanê xwe yê taybet xwendevanan ji rabirdûyê ber bi îro û dahatûyê ve dibe. Di vê romanê de wekî îluzyonîstekî, bêyî xwendevanan aciz bike di bihurên zemên re, bi newaya zimanekî mîstîk dixe nava bablîsokeke efsûnî û ber bi rasteqînîya mirovî ve pifî ruhê xwendevanan dike...