Dibêjim, Kew, tu dibêjî, Nikilê wî tune. Dibêjim, Çîrokeke min tune, tu dibêjî, Ka destpêk, ka piştî destpêkê, ka- Nexwe ez çîroka tunebûnê j’te’r bêjim. Na, nikarim dest pê bikim, destê xwe bi çi dikim, ew dibe xweda û ez namînim. Xjjzz. Ji zimanê hilweşîyayî wê de çîrok tên gotin, miqîm qîm didome hilweşîna ziman, perçekirina gotinan, bilandina dengan neman an neman. Lêvên xwe pev dişidînim û ‘heta hilm di min de hebe diqîrrim. Dibe ko ev hilma dawî be. Belbî jî ya berî wê be. Bêmecal im û ji bo misqala hilma min a mayî badîhewa neçe, ez ê wê rind biserrifînim.