Di dirêjahiya duwanzdeh mehên sala 2020an de, kurdekî bi navê Feremerz ku li Parîsê dijî bi bavê xwe re yê li Kurdistanê dide û distîne. Ew jê re behsa jiyana xwe ya rojane û bi taybetî şikestin û hêviyên xwe dike. Bi saya hêz û hunera peyvê, Feremerz serdema koronayê jibîr dike, bêhtir bavê xwe nas dike û gelek tiştan jî jê hîn û fêr dibe. “Nameyek ji bavê min re” daxwaza lêbihurîn û bexşandinê ye... eger ne dereng be!