Tişta Celadet Alî Bedirxan û nifşên wî bi “Hawar”ê kirin, Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizîrî, Tehsîn Taha, Seîd Yûsif, Seîd Gabarî, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran di mûzîkê de kirin. Helbet girîngiyek mezin bi klasîkan û tiştên berî xwe didan, xebat li ser wan dikirin lê wek wan nedinivîsandin, ne ji aliyê ziman ne jî naverokê ve, peyva kurdî ji qesr û qonaxan ber bi ode û kolanan ve birin, ziman û mijarên rojane, biyanî xistin nav nivîsa kurdî. Nesir bi pêş xistin.
Ligel hunermendiya xwe hosteyê axaftinê û nuktedanekî mezin bû Seîd Yûsif. Hem nukte û henekên nav xelkê digotin, hem jî yên xwe bixwe, wek cixare ji cixarê pêxe, gotin li pey hev rêz dikirin. Wî çaxî min hewl da ku hinekan jê binivîsim û min nivîsand jî, dawî qebûl kir ku van tevan bi nivîskî ji min re bişîne û şand jî, gelek ji wan metelokên ku ji me re behs dikir nivîsandibûn, bi alfabeya latînî û destxeta xwe, ev metelok-pêkenokên di vê kitêbê de ew in.