MIJ romaneke sêbare ye, ji van romanan ya yekê:
Helkîna Bayê Xerbî, ya duduyan
Peşkên Baranê, ya sisêyan jî
Pirîskê Berfê ye…
Hersê romanên ku nivîskar Mehmet Oncu weke rêze roman nivîsandî, ronahiyê li wê serdemê, serdema ku çirkeçirka dengê çatiya dewleta osmaniyan tê guhê mirov digre. Dema mirov li rûdanên di van rêzeromanan de rûdayî dinêre, gelek agahiyên ku ji gel hatî veşartin aşkera dibin, qod û şîfreyên xapandina xelkê kurd deşîfre dibin û mirov serdeyî kîmyeya şar û bajarên kurdan dibe. Dek û dolab, fên û fît, hîle û entrîkayên dewletên wek alman, îngîliz û fransiz li ber çavan tên raxistin. Kuştin û sirgûnên li ser xelkê ermenî û sûryanî tên sepandin bi awayekî çîptazî tên ber çavan, belê di vê navberê de buxtanên ku li xelkê kurd hatî kirin, nerastbûna tavanbarkirina vî gelî zelal dibe.
Di romanê de gelek çîrokên dramatîk ên ku bi kuştin û qirkirina xelkên ermenî û sûryanî bi dawî dibin hene. Hemû çîrokên di vê rêzeromanê de heyî, bi awayekî rewanbar diherikin tên, li ber deriyê binemala Kework Manûsyan digihîjin hev û hevdu dibirin.
Romana pêşî, yanê Helkîna Bayê Xerbî, bi xewna Wartûhiya jina Kework destpêdike, bi çîroka Bêdrosê ku ji hêla çelpesûqekî bi navê Ûsê Kerro va hatî kuştin bi dawî dibe.
Romana duyemîn “Peşkên Baranê”, bi êlankirina seferbegligê ya di sala 1914’an de destpêdike, bi koça ermeniyan ya di sala 1915’an de berdewam dike û bi çîroka Wartûhiya jina Kework ya ku herdu kurên xwe yên bi navên Mîsaq û Qarapêt dispêre binemaleka kurd û qizilbaş bi dawî dibe.
Romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” jî bi nameya Gedero Mayrik a ku sirgûnî Dêrazor dibe û paşê tê li Şarê Helebê dijî destpêdike û bi mirana lehengê wê yê bi navê Mîsaq Manûsyan a di sala 1944’an de li Parîsa paytexta welatê Fransayê diqede.
Hûn herdu romanên pêşî yên bi navê “Helkîna Bayê Xerbî” û “Peşkên Baranê” bixwînin, romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” hûnê paşê bixwînin, ji ber ku ku hîn ew ne amadeyî çapê ye.