Listiken Tomeri

55,80 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
90,00 TL
Stok Adedi: 1

Tükendi

Stok Alarmı

Sê lîstikên şanoyê yên Mîrza Metîn; Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî û Gor bi hev re di kitebekê de kom bûn û bi navê *Lîstikên Tomerî* çap bûn.

Di pêşgotina berhemê de Berfîn Zenderlîoğlu wiha dinivîse: *Di wan her sê lîstikan de jî nivîskar wêneya rûbirû mayina mekanîzmaya ku însan xwe dike mehkûmê xwe dikêşîne.

Hêma û metaforên ku bi kar tîne, mekanên ku ava dike (sê lîstik jî yek mekan in), lîstina bi zimên re, tekiliya wî ya bi zimanê gelerî û dengbêj û çîrokbêjan; hînbûna wî ya kurmancî (di 15-16 saliya xwe de dest bi hînbûna kurmancî dike û di 21 saliya xwe de hêdî hêdî dest bi axaftinê dike), navên ku ji bo karakteran hildibijêre, bikaranîna wî ya teknîkên vebêjiyê, têkiliya tekstên wî yê bi tekstên kevn û nivîskarên kevn û nûjen re, têkiliya wî ya bi rabirdû re, pêşdîtinên wî yên dahatûyî, şahidiya wî ya hemdem û hest û hêza wiya manewî tekstên wî dikişine akordekî xweser û ji bo xwendekar û rejîsor û lîstikvan û temaşevanên xwe riya ceribandineke seyrî û cuda derdixe holê.* Ji *Dîsko 5 No’lu* Hucreyeke nîvtarî... Tora pîrevokan nava hucre û derdora wê dorpêç kiriye. Cop, kêr, qelas û amûrên wek wisa li ser torê dardekirî ne.

Erd tijî ava genî ye.

Li ser dîwaran *Xwedê tune, pêxember çû bêhnvedanê* dinivîse.

Ji *Bûka Lekî*

Di bin ronahiyeke romantîk de jinemankênek. Jinik rûken, esîl, porsor, bejinzirav, narîn û lihevhatî ye… Cilne rengo-rengo li xwe kiriye.

Destekî xwe daye ser noqa xwe. Mêrikek tê maxezeyê û çawa Mankenê dibîne dikeve nav tenûra erdê û dilê wî dişewite.

Ji *Gor*

Goristanek… Erd asîman e, asîman erd e. Bêhna goştên riziyayî û kurmên rizîxwaran tê.

Kundê kor û marê kerr deng didin.

Pepo, keko!

Kê kir? Min kir!

Kê kuşt? Min kuşt!

Kê şûşt? Min şûşt!

Lîstikên Tomerî

Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî, Gor

Mîrza Metîn

Yayınevi : Avesta Yayınları
Yazar : Mirza Metin
Barkod : 9786059082921
Boyut : 11x18
Sayfa Sayısı : 130
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2018
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
Bu Yazarın Diğer Kitapları
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.