Li Xurbete

80,60 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
130,00 TL
Stok Adedi: 0

Tükendi

Stok Alarmı

Ez im generalê payîzê

Şifqeya li serê min ewr e

Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî

Sakoyê li min nermeba ye

Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî

Ez im generalê payîzê

Payîz bêyî min sêwî ye

Ez bûm min got belê meytê siya kesk e

Pelê weşiyayî koçkirî

Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de

Ji bo giyanê zindî yê pelan

Nimêja şehîdan dikim Navê wê nakim nimêja miriyan...

 Şêrzad Hesen, Bextiyar Elî, Letîf Helmet û Şêrko Bêkes bo WÎ dibêjin:

 “Xwezî cur’et û derfeta min hebûya li ser vê dîwanê binivîsim bêyî ku ez zilmê lê bikim.”

Şêrzad Hesen

 “Ew qesîdeyek e û pêwîstiya wî bi tefsîrê heye. Ne mumkin e ligel tu kêliyeke şi’rî, ligel dîtina her ciwaniyê min ew neanîbe bîra xwe.”

Bextiyar Elî

 “Ev şa’ir di bingehê xwe de endazyar nebûye û ne endazyar e; lêbelê ew ê bala xwe bide wan apartmanan ku li her du aliyên ca’deyên li xurbetê çêkirine, wê şaş bimîne ji wê endazekariya ku wî ruhê dûkelî encam daye.”

Letîf Helmet

Em di vê dîwanê de şa’irekî dibînin ku naşibe hevalên xwe yên şa’ir ên wê serdemê. Welatekî dî yê şi’rê ji xwe re peyda kiriye. Ev dîwan yek ji haveynên şi’rê ye. Pirrbêjî û quflên destkird û lîstikên xerab ji bêjeyên wê dûr in. Muzîka şi’rê baskê hilfirîna şi’rê ne.”

Şêrko Bêkes

Yayınevi : Avesta Yayınları
Yazar : Mihemed Omer Osman
Barkod : 9786055279646
Boyut : 13.5x21.5
Sayfa Sayısı : 160
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2013
Çevirmen : Osman Mehmed
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.