Keskê ji nikê ve, bi xwe ve çû, bû qêrîn û qarîna hemşire û dixtoran, li serê wê civiyabûn, deng dihatê. Karyola wê tot dikirin, bi cihekî ve dibirin. Dem derbas dibû. Nizanibû çiqas dem derbas bûye. Niha wekî ku bi xwe ve hatibû, çavên wê yên girtî, li ser bebeka wê bûn, ji bêhêziyê, dikir û nedikir nikaribû çavên xwe veke.
Deng dihatinê, bizorê destê xwe rakir û li ser bebeka xwe gerand, awirên wê dîsa bi mij bûn, bi wan destên xwe yên giran ve, bebeka xwe bi ber singa xwe ve idand û lêvên wê pirpitin,
"Ji te û pê ve kesekî min nîn e."
Du heb destên girs, ew û bebekê bi xwe ve d4idand û digot, "Ez heme"
Keskê got,
"Dizanim Bagerê piçûk tu heyî. Ez jî wê dibêjim, ji te û pê ve."
Gotina wê di nîvî de ma, Keskê dîsa bi xwe ve çû, lê dîsa wî dengî got,
"Na ez jî heme. Ez im ê ku ji warê bêwaran."
Bavê wê, dîsa gazî kirê, ber bi bavê xwe ve çû, wekî her caran, wî berê destê xwe da binê çena wê, hinekî serê wê bilind kir, bi tîrêjên tavê ve keskaya çavên wê, bû rengê hingivîneke zelal, wî ii rengan temae kir, her du rengên li ba xwe yên giranbuha bi kesereka kûr ve maçî kir.
Dîsa dengek, di navbera wê û pêçekê de çingiya, awirên Bager ji bêrî û hesretkêiya Keskê har bibûn. Serê her du çiçikên wê, ji evîna Bager tije bibûn.
Sakoyekî xemilandî, li ser bedena xwe ya narînî diediland, vegeriya ser milê xwe, ji Hemîd re got, "Ev sakoyên avukatan xweiktir li mêran tên."
Hemîd bi destê xwe ve pêa sakoyê wê çêkir û bi awirên hêrsîn ve got,
"Na!! Xwqiktir li bejna jinê tê!"
Keskê di dawiya pirtûka xwe de, ev hevok xêz kiribû.
"Qeweta keçan a herî mezin, evîna bavan e, lewra jî, keçên ku bi evîna bavê ve mezin bibin, tu wextê ji bo mal û milkê dinyalixê, bindéstiyê mêran nabin. Lê, h hember evînê her gels in..."