Lehi

136,40 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
220,00 TL
Stok Adedi: 0

Tükendi

Stok Alarmı

Çapa nû ya *Lehî* derket
Romana Firat Cewerî *Lehî* bi çapa xwe ya nû, di nav weşanên Avesta de derket.

"Ez di nav rastî û xeyalan de dijiyam. Rastî û xeyalên min carina bi hev re mîna babîsokekê li ser serê min radibûn, ez dikişandim û dibirim. Ez carina ji xwe, ji rastiya xwe, ji serborî û bîranînên xwe bi dûr diketim û tenê dema niha dijiyam; carina jî min digot tep û ez li erdê diketim û bi hemû rastiyên xwe dihesiyam. Ev çi bû ya ku hatibû serê min?"

Romana Firat Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim ku di çapemeniya kurdî û tirkî de dengekî bilind vedabû û bal kişandibû ser birîneke me ya kûr, vê carê derbasî Lehiyê dibe. Lehî wek dewama Ez ê yekî bikujim bi serpêhatiya hersê karakterên sereke; Dîana, Temo û Nivîskar dewam dike. Temo kî kuşt? Çi bi Dîanayê hat? Nivîskar di rewşeke çawa de vedigevize? Kî û çi bûye sebeba trajediya jiyana van lehengan? Cewerî bi hostetî dadikeve kûraniya ruhiyeta karakterên xwe, bêyî ku alî bigire, balê dikişîne.

Yayınevi : Avesta Yayınları
Yazar : Firat Ceweri
Barkod : 9786055279950
Boyut : 14x20
Sayfa Sayısı : 224
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2014
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.