Xatûna jinebı û Keleşe sewî li welatê ku roj bi roj ji dırok û çanda xwe ve dur diket. Li şunwar u keleporiya şaristaniyan, bi çanda leşkeri û zore, ya ji bo wan nu, ku ji aliye beyaniyan ve li war û welate şaristaniyan dihate misogerkirin. Ew çanda ji bo wan beyani u xerîb, ya bi xwe re, nakoki û dijwari di jiyane da diafirandin. Ew pergala ku bi guhertina olî re, bira bi deste bira didane kuştin. Her weha miroven ku ji de û baveki bûn ji, bi qelibandina olı re, ji hev re dibun neyar. Di heman deme de, dibûn qesase hev. Lewre bebaweri u sıtemkarı serdest u desthilatdar bu. Le dısa jı Xatun u Keleşe sewî di jiyane de, ji xwe re li cihekı ewle digeriyan. Le bi mırat u şunvemayiyen ji bav u kalan, debara xwe di tenetiya jiyane de, weke dayik u kur li hev par ve dikirin.
Xatune bi tıtaliya bejna Keleşı re, heviyen xwe mezin dikir u dilorand. Ango hebuna Keleş sebr u arami didane Xatûne. Derfet u pergala serdest ji mirovan mirovekı din diafirandin u Keleşe piçûk ji cıhane bexem u hay, her li pey dayika xwe digindiri.
Xatûn hem dayik, hem bav u hem jı mamoste û çavkaniya jiyane bu.
Le Keleş lawekı gelek çavnas bu yan jı, jır bu. Di nav zarokan de her tim bi harbun u fenen xwe dihate naskirin.
Çıroka me bi vı avayı dest pe dike u gelo çawa Keleş dibe “ Lehenge Tazı“ em de di ve kitebe de wan kirıtıkan bibınin!