Alan Pîrê, serpêhatîya Kum Soro bi awayekî qerfane, tijî henek, vegotineke herikbar û helbestane hûna ye, bêje li hev anîne û veguhêstiye berhemeke muzîkal.
Ji ber ku wê çaxê bazareke navendî ya aborîyê hîn ava nebûbû û serdem serdema derebegiyan bû, Kum Soro û jina xwe li hev dikin, ku Kum Soro çêleka malê daxe bazara bajêr bifroşe û bi buhayê wê xwarin û vexwarin û kelûpelên malê û pêdivîyên jiyanê bikirre bîne.
Di nava hûrgiliyên tevna vê serpêhatîyê de em ê bibînin bê çawa Kum Soro bi hevsarê çêleka xwe digire û dibe, di rê de rastî mirovekî tê ku bizina wî pê re ye, çêleka xwe bi bizina wî diguhere, piştî ku herdu qonaxekê bi hev re derbas dikin, ji hev diqetin û Kum Soro pêrgî yekî din dibe û vê carê bizina xwe bi dîkê wî diguhere, û bi vî rengî berdewam dike, heta pevguherandina dawî êdî hew kumekî sor di destê wî de dimîne, ew kum çawa di bîrê wer dibe û dawîya dawî
destvala vedigere mala xwe… û çîrok û serpêhatîya xwe ji jina xwe re dibêje, jina wî lê guhdarî dike û bê ku pê re bixeyide bi ser de biqîre û bike lûbelûb hema bi tenê vê jê re dibêje: “Mala xwedê ava be, ku tu di bîrê wer nebû, û her tiştên ku ji dest te çûn bila sidqa serê te bin.”
-Durust Îzzet