Kerstin Ekman, di romana xwe ya ku di sala 1986’an de weşîya, behsa daristanekê dike ku cewrikekî di wê daristanê de rê li xwe winda kiriye û ha dibîne ku di wê daristanê de ye. Ekman, digel cewrikî, di bêserûberîya daristanê û li ber bayê çîyayên berflêkirî, her cure dîmen û pevleqînên ku li derûdorê çêdibin, dadirîjîne ser kaxiz. Em di tekstê û di dema bêserûdawî ya daristanê de, qilqilînê, nepenîyê û kifşkirinê digel hev hîs dikin. Roman, li ser hîma lêhêçandin û hilxelitînê hatiye honandin û şayesandineke kubar e; û bi poetîkayên ku li ser ekolojîya kûr û li ser dîyardeyên dîtir disekinin re li hev dike.