Zarokekî mezinbûyî bûm. Min di mirêkê de dest bi rûyê xwe da, bêhna porrê dêya min jêdihat, sermest bûm. Û ji hilma min, hilma yara min a esmer– min kişand kezeba xwe, bûm eşqkêş, serîxoş û dîwane. Manyaxê bi navê Ez, di nava serê min de wenda bû û êdî wexta min tunebû li xwe bigerim. Ma wexta min hebûya jî, ez ê li xwe bigeriyama qey, meyger-