“… Şerê dawî yê herî xeter û qirêje ku tevahî şerên borî li şûn xwe hiştiye. Tenê nakuje, di komkujiyan de derbaz nake û çekên kîmyayî jî bikarnayîne. Tevahî jinan mahkûmê jiyana herî metirsîdar dikir. Ez ê nebêjim ji bo jinên Rojhilata Navîn mirin, lêdan, hewî û hwd weke rewşa asayî ya jiyanê lê hatiye; lê êz ê bêjim ne bêganeye ji wan rastiyan. Lê rastiya ku jinên van axan qet fêr nebûye, nasnake û dê qet nasneke heye. Ew jî mijara namûs û şerefê ye. Şeref û namûse nasnameya din ya jinan. Hîn ji temenê biçûk em tên fêrkirin ji diyardeya namûs û şerefe re. Ti carî namûs û şerefa herî mezin xwe parastin, li xwe xwedî derketin û xwedî derketina welat fêrî me nayê kirin. Ji bo vê ye ku weke jinên vî welatî em dikarin ji bin hemû baran derkevin, lê nikarin ji bin barê destdirêjî, bi rêbazên taritiya serdema navîn jî li şûn xwe ve dihêle li bazaran firotinê qet nikarin rakin. Piştî hêrîşên DA’ÎŞ’ê navê tirsa li ser rûyê jinên herêmê rûniştibû destdirêjî, li sûkan firotin e. Bi awirên ku li ber te digerin komikan ava dikirin jinên Kerkûkê. Bi Kurd, Tirkmen û Ereban ve her kes di nava panîkeke mezin de terkî çarenûsa xwe hatibûn kirin. Tevahî awirên terkî bêçarenûsê hatibûn kirin, vegûherîbûn ser Qendîlê, nemaze hêzê ku dê ji çiyayan bihata. Bi awirên şikestî li benda rizgarvanên xwe bûn tevahî jin. Di ekranên televîzyonan de bang dikirin û digotin: “Kerkûk li benda we ye heval!” banga wan gazî û hewara Qendîlê bû. Qendîl bû hêviya çareseriya pirsgirêkê wan, parastina anûr û şerefa wan…”