Dengbêj Şakirê Kopê li gundê Şîrvanşêxê di 20‟ê cotmeha 1960‟an de ji dayik bûye. Navî wî di nasnameyê de Şakir Eçün e. Evînîya wî ya li ser dengbêjîyê di 10-15 salîya wî de destpê kirîye. Em dikarin bi rihetî bibêjin wî di zaroktîya xwe de dest bi dengbêjîyê kirîye.
Dengbêj Şakirê Kopê hê di dema ku xwendekarê dibistana seretayî bûye di forma dengbêjîyê de stran gotîye. Ew, rewşa dema xwendekarîya seratayîyê wiha îfade dike: “Mamosteyên me bi gelemperî ji herêma me bûn. Hin jê hêrs dibûn, hin jî ji kilaman hez dikirin û bi kêfxweşî guh-darî dikirin. Bi taybetî jî -Xwedê rehma xwe lê bike- Ma-moste Abdurrahman Ferah her tim dida gotin û ez ji bo kilaman diparastim.”
Dengbêj Şakir, di sala 1976„de, hê 16 salî bû lê êdî li herêmê jî û di nav dengbêjan de dengbêjîya wî dihate qebûlkirin. Di jîyana Dengbêj Şakir de kilama ku herî zêde bandor li ser wî kirîye kilama Nûro (Meter)e ya ku wî li ser erdheja Erdîşê gotibû. Ew piştî ku vê kilamê guhdarî dike biryar dide ku here bi xwe Nûroyê Meter bibîne. Diçe gundê wî, lê bi dû re dibihîse ku wî mala xwe bar kirîye, çûye Qerekîlîseyê.
Dengbêj Şakir di