min kurdistana xwe ava kir
li aliyê çepê yê welatê dilê xwe
ez dixwazim bibim ferîşteyê azadiyê
ez dixwazim fêrmiskên hemû dayîkan kom bikim
û li nava dilê xwe yê birîndar bigerînim
bikim dermanê azadiyê...
bila fêrmiskên dayîkan bibin xwîna jiyanê
û di nava tamarên bedena min de bigerin
min berê xwe daye evînistana welatên bilind
ez dixwazim hemû kurdistanan kom bikim
ji nava dilan
ez dixwazim hemû kurdistanên nava dilê azadîxwazan
ên aliyê çepê tomar bikim
û bi ser erdnîgariya dilîstanên wêrek de bibarînim