Hüseyin Su, bi hemû kitêbên xwe, dinyaya çîroka xwe hêr diçê dixemilîne, dewlemend dike. Bi vê kitêba xwe ya “Her Roj Ji Emir Diçe“ jî, li pey bedewîyên roj bi roj winda dibin, dewlemendîyên manewî yên ji esmîn diherikin diçin, pêvçûnên tund yên di navbera nifşan de pêk tên, bandora neyînî ya li ser malbat û şexsan ya “nûtîyê“, hîsên paqij û saf yên zarokatîyê diçe; van hemû tiştan bi tercîha şêweyeke hostatî û bi hûrbînîya psîkolojîkeke kûr tevlî çîrokan dike.
Hüseyin Su, di çîrokên xwe de xebatkarîyeke zirav, zimanekî ast bilind bikartîne, ber bi kûrahîya wateya peyvan diçe, girîngîya nirxên dengan ber bi çav digre, wateyên ku ji holê radibin bibîrdixe, mehwa çîrokên xwe her diçe xurt dike. Bi awayekî ji wateyên peyvan sûd wergitinê, him peyvan bi teda î bikartînê him jî bi nivîskarîyeke zirav wateyên kêlekî dixe nav çîrokên xwe. Hüseyin Su bi vegotina tîr û mehwaya rengîn ya, ji bo xwendevanên bijarte tiştên gelek balkêş û nû tîne ziman.