Li welat ji bavê min re Emê digotin, ji di-ya min re carinan Seyrê, hinekan jî Seyro digot. Wexta ku em li
Stenbolê bi cih bûn, navê bavê min bû Omer axa. Navê diya min jî bû Seyran xanim. Kesî nikaribû navê xwenga
min bigota, navê wê jî danîbûn Zaîde. Jixwe navê min Miho bû, bavê min ev nav li min kiribû. Wexta ku em hatin
li Stenbolê bi cih bûn êdî kesî bi navê Miho gazî min nedikir.
Ez pê bawer bûm ku em ji welat dûr ke-tin, navên me jî ji me dûr ketin. Navên nû li me kiribûn. Bi min van navan
li me nedikir lê gelek wext derbas nebû, navên nû li me xweş hatin. Bi piranî li dê û bavê min… jixwe Miho,
Emo, Seyro, Zezê; ev navan li van de-ran qet tune bûn.