Malhebûna mirovekî, mal û milkê wî çi be, malhebûn û dewlemendîya neteweyan jî çand û hunera wan e. Ango xwediyê çi çîrok, helbest, çîrvanok, kelam, efsane, tiştanok, gotinên pêşiyan, lawje, stran, stranbêj û hwd be ew netewe ewqas dewlemend tê hesibandin. Mirov an jî dewletek, her çi qas demekê dewlemend be, ango zêr û zîvê wê pirr be û erd û milkê wê zêde be, dem tê ew erd û erdnîgarî hemî ji dest diçe, mal milk namîne, dikeve halekî xirab. Lê belê çi bê serê wî neteweyî û her tişt dest biçe jî, ew sermîyana neteweyî, yanî çand û huner, tu car ji dest naçe û bîr nabe. Lewra ew sermîyan ne malê mirovekî ye malê hemî gel e. Ew sermîyan di qefes û sandoqên bi mifte da nînin. Ew sermîyan mêjî û mêjû ye, di hemî însanan da veşartîye tu car bîr nabe.