Bawer bike ku serê xwe li ser mil û gerdena xwe nerm nerm dilebitand û hino hino bêhna gerden û bin guhê xwe dikir û bêhna çend mûyên xerman î zêrîn ên zulfên perîşan û piştrastbûn ji çavê xwe yê zîq bi difre vedikir û tiriya xwe nerm û nazik di ser sing û berê xwe yê qelew û gilover ê bi goşt re dibir û dianî... min digot, sed xwezî bi wî... bi naz û nîmeta wî û bi rêz û hurmeta wî...Gemal kudikê berê wan jana ye, Gemal şevbuhêrka tirs û taliya wê demê ye, Gemal neynika şîneke bêdeng û wê xemê ye.Ez bi te re me... Ev roj gelekî bi derd û azar im, ev jîn pir bi hetk û mişkile ye... lê belê ji bîra te neçê her çawa be kevir di ciyê xwe de giran e...