Xwedê, mafê mexluq daye
Gelî Ummeta Îslamê
Lê li bal we, heq wenda ye
Hiqûqê gelê Kurd kanê?
Çima neheqî, çima kîn?
Xesb dike, heqê Kurd mu’mîn
‘Eceb, wiha dibêje dîn?
Ka binhêrin, li Qur’anê.
Ev zilma han, hezar sal e
Gelê Kurd, bi mucadele
Dozê dike, bi merhele
Doza heq, doza îmanê.