Ev berhema han, yek ji wan bi dehan xebaten heja yen mamoste Sadiq Bahaeddin Amedi ye, ku bi nave "Folklore Kurdi! amade kiriye. Mamoste Sadik Bahaeddin Amedi, di Gulana sa 1918`an de li bajare Amediye hatiye diine u di 16`e Hezirana sala 1982`yan de li Bexdaye koçe dawiye kiriye u ew li Amediye sipartine axe. Malbata wan li Amediye bi nave "Mala Kuta / Kutazade" te naskirin. Wi dibistana seretayi li bajare xwe xwendiye u pişt re li Musile xwendina xwe domandiye u dawiye ji di sala 1944`an de Beşa Mamostetiye Ya Bilind a Zaningeha Bexdaye xelas kiriye. Gelek salan li Bexdaye mamosteti kiriye u di ber ve re bi awayeki çalak di Korri, Gramera Se Zimani u ev berhema di deste we de ya bi nave "Folklore Kurdi", çend ji wan in.
Mamoste Sadiq Bahaeddin Amedi, yek ji wan zanaye heja ye Herema Behdinan a başure Kurdistane ye ku bi salan gelek bi dil u can, xizmeta Zaravaye Kurmanci kiriye u di vi wari de ji bili kiteban, çendin makaleyen wi yen gelek heja hene, ku di kovaren cihe cihe yen kurdi de hatine weşandin.