Îşev,
Li Ofîsa Amedê
Qeraxa Paçê Dilopên Firmêskan
Çavên Min Barîn
Kêliya Paçe Vekir
Ezman De Jî Dilopên Firmêskan Dibariyan
Û
Bêhna Axê D`hat
Nizanim Ew Dilopê Ezman D`hat Xwarê
Firmêskên Dayîka Min Bû
An Jî A Evîna Min Bû
Bi Bayê Welat Ra Hat
Bêhna Axê Jî A Hembêza Dê
Yan A Yarê
Bêrî Kirin Ser Dilê Min Dikelê
Bi Qasî Jana Qurçika Min
A Bi Êş E Min Dikelînê.